Tirkiyê vîza eliktironî bo welatiyên Iraqê radiwestîne

Berî niha Tirkiyê vîza xwe bo welatiyên Sûriyê jî rawestand, niha jî bo welatiyên Iraqê di nav de jî welatiyên Kurdistanê ew vîza hatiye rawestandin.
kurdistan24.net

K24 – Îbrahîm Xelîl

Tirkiyê biryar da ku vîza eliktironî bo welatiyên Iraqê di nav de jî welatiyên Herêma Kurdistanê were rawestand.

Derbarê rawestandina vîza eliktironî bo welatiyên Iraqê peyamnêrê K24ê li deriyê sînor Ibrahîm Xelîl wiha got: Berî niha her kesê ku dixwest biçe Tirkiyê, vîza eliktironî werdigirt û yekser diçû wî welatî.

Peyamnêrê K24ê da zanîn ku ew biryar bondoreke xirab li ser geştyaran, şofêrên ku xelk dibirin Tirkiyê û li ser bazirganan jî kiriye.

Peyamnêrê K24ê diyar kir, ku berê rojane 1000 welatî derbas dibûn, lê niha tenê di rojekê de 16 kes ber bi Tirkiyê çûne.

Berî niha Tirkiyê vîza xwe bo welatiyên Sûriyê jî rawestand, niha jî bo welatiyên Iraqê di nav de jî welatiyên Kurdistanê ew vîza hatiye rawestandin.