Zekeriya Huserî: Şerê li bakurê Helebê bo têkbirina Cenêv3 bû

Çavdêrekî siyasî dinirxîne ku, ji roja yekem ya danûstandinên Cenêv3 de, Rûsya û rêjîmê xwastin Cevêv3 têk bibin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Çavdêrekî siyasî dinirxîne ku, ji roja yekem ya danûstandinên Cenêv3 de, Rûsya û rêjîmê xwastin Cevêv3 têk bibin.

Çavdêrê siyasî û Dîroknas Zekeriya Huserî tevlî bultena K24ê bû û ragehand, ji dema biryara lidarxistina Cenêv3 de, Rûsya û rêjîma Sûriyê xwastin hevalbendên xwe di nava şanda opozîsyonê de bicih bikin, daku biryar û çareserî li gor daxwazên rêjîmê bin.

Huserî diyar kir ku, gava Rûsya û rêjîmê şanda opozîsyonê nas kir, plana têkbirina Cenêv3 standin, ku Wezîrê Derve ya Rûsyayê Sergey Lavrov di roja yekem ya danûstandinan de pêşniyara civîneke din li Munich ya Almanyayê derbarê krîza Sûriyê de, kir.

Huserî got jî, “Şerê ku rêjîm û Rûsyayê li bakurê Heleb û nêzîkî Efrînê gur kiriye, armanc jê ew e ku şanda opozîsyonê xwe ji danûstandinan vekişîne, Cenêv3 jî têk biçe.”

Huserî got jî: “Em di sedsaliya peymana Sykes – Picot de ne, herêma Rojhilata Navîn hîn ne amade ye, li gor berjewndiyên hêzên navdewletî bê guhartin. Çareseriya Sûriyê jî biser nakeve heya çareseriyek ji hemû herêmê re nebe.”