Evroj merc ên Bizav a Gorran yek alî dibe.

Kombûn a Komîte ya Karakirin a Hikumet û Perlemanê taybet bi gêngeşekirin a dû kombûn ên berê yên evê komîteyê li gel Bizav a Gorran û Komele ya Îslamî.
kurdistan24.net

K24- Hewlêr:

Kombûn a Komîte ya Karakirin a Hikumet û Perlemanê taybet bi gêngeşekirin a dû kombûn ên berê yên evê komîteyê li gel Bizav a Gorran û Komele ya Îslamî.

Di kombûn a xwe ya evro de, biryare alî yên pişikdar kû pêkhatine ji Partî ya Demukrtî ya Kurdistanê, Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê, Yekgirtû ya Îsalamî û Serokatî ya Herêm a Kurdistanê, gêngeşeyê li ser wan dû kombûnan bikin ku komîteyê bi Bizav a Gorran û Komele ya Îslamî re encma dabûn.

Serokê Dîwan a Serokatî ya Herêmê, Fûad Husên bi Kurdistan 24 ragehand: Sûbehî kombûn a serok ê Herêmê û alî yên sîyasî dihê encamdan. Ew kombûn biryar bû evroj bihê encamdan lê ser daxwazî ya Yekgirtû ya Îslamî hat dawîxistin bo sûbehî.

Evroj di kombûnê de merc ê Bizav a Gorran yek alî  dibe ku bi merem a karakirin a Hikumet û Perlemanê pêşkêş kirîye..