Pêşmergeyan êrîşeke DAIŞê pûç kirin

Çekdaran termên xwe li erdê hiştine.
kurdistan24.net

K24- Mexmûr

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê karîn êrîşeke DAIŞê li eniya Mexmûrê têk bişkînin, hejmareke zêde ji termên çekdarn li erdê mane.

Di heftiya borî de, Pêşmergeyan karîn gundê Kudîle li rojavayê Mexmûrê kontrol bikin, lê DAIŞê şeva din bi hêzeke mezin êrîşî wî gundî kir.

Derbarê êrîşê de, berpirsê eniya Mexmûrê, Necat Elî ji K24 re ragihand ku, wan ew êrîş pûç kiriye û çekdaran hejmarek zêde ji terman li pey xwe hiştine.

Beriya niha DAIŞê ji gundê Kudîle, Mexmûr topbaran dikir, herwiha ew yek ji gundên stratejîk ên wê navçeyê ye.

Ji aliyê xwe ve, berpirsê eniya Guwêr-Mexmûrê, Sîrwan Barzanî jî got ku, girîngiya kontrolkirina wan gundan ewe ku, hevsînorin ligel xendeqên ku Pêşmergeyan kolandine.