HAK-PAR, piştgiriya referandûma serxwebûnê dike

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), 7. Kongreya xwe ya bajarê Diyarbekirê, di 6ê sibatê de bi dubarekirina daxwaza pergala federalî saz kir.

K24 - Diyarbekir

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), 7. Kongreya xwe ya bajarê Diyarbekirê, di 6ê sibatê de bi dubarekirina daxwaza pergala federalî saz kir. Kongreyê bi sirûda Ey Raqîp û rêzgirtina şehîdan destpê kir. Di Konferansê de, piştgiriya bo diyarkirina çerenivîsa Kurdan li hemû Kurdistanê û referandûma serxwebûnê ya li Herema Kurdistanê jî hat ragihandin.

Di serdemeke ku li Bakurê Kurdistanê, şer û alozî didomin û li heremê xeteriyên mezin rûdidin, HAK-PARê Li Diyarbekirê, 7. Kongreya xwe ya wî bajarî saz kir. Di kongreyê de ku bi beşdariya, endam û rêvebirên partiyê û nûnerên sazî û partiyan birêve çû, hêvî hat kirin ku kongre bibe egera azadiya Kurdistanê.

Serokê Giştî yê Berê yê HAK-PARê, Kemal Bûrkay, da zanîn ku HAK-PAR wek projeyeke yektiya hêzên Kurd û ji aliyê bîr û boçûnên cuda yên siyasî ve hatiye damezrandin û divê aliyên ku têkoşîna azadî û wekheviyê dikin mil bidin hev. Di kongreyê de Serokê HAK-PARê yê Diyarbekirê 3. car Wasif Kahraman hat hilbijartin.

Cigirê Serokê Giştî yê Partiya Edalet û Geşepêdanê (AKP) yê Diyarbekirê Abdurrahman Kurt jî ji Kurdistan24ê re ragihand ku kongreya HAK-PARê ji bo azadiya Kurdistanê û referandûma serxwebûna Başurê Kurdisatanê piştgirî kiriye. Kurt diyar kir ku divê rexne li hikûmeta Tirkiyê jî bê kirin, lê di nav kolanan de vedana çeperan û çandina bombeyan jî nayê qebûl kirin.

Kurt wiha axifî: “Helbet em jî di partiyê de rexeneyan dikin, lê bi bilindkirina gotarên aştiyê şer û alozî peyda kirin û bi bilindkirina sloganên demokrasiyê jî dîktatoriya îdeolojiya xwe ferz kirina wê siyasetê jî tu kes qebûl nake. Li ser zemina sivîl û demoratîk dikare hemû daxwaz û mafbên kirin.”

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), di sala 2014an de, bi daxwaza li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pergala federalî hatiye damezrandin û ev 14 sal e, bi vî awayî siyasetê dike. Yekem serokê vê partiyê jî Evdil Melîk Firat bû ku neviyê Şêx Seîd bû.