3 lîstikvanên tîma Cîhad li cem rejîma Sûriyê girtîne

Tîma Cîhad ya bajarê Qamişlo bo beşdariyê di xula Sûriyê ya topapê de bikin, her sal diçin Şamê, Lê piştî girtina van her 3 lîstikvanan, rêveberî û lîstikvanên wê dibêjin ew beşdariyê di qûnaxa 2emîn ya xula Sûriyê de nakin, ta her 3 hevalên wan vedigerin.
kurdistan24.net

K24 - Qamişlo

Bi armanca beşdariyê wê di xula Sûriyê ya topapê de, 3 lîstikvanên tîma Cîhad bo leşkeriyê hatin girtin, her yek ji Mihemed Xeco, Ristem Elî, û Goran Mihemed berî 40 rojan ji Hikûmeta  Sûriyê ve girtî ne, heta niha nehatine berdan,  malbatên wa jî li ser hêviyên vegera wan dimînin.

Derbarê girtina wan lîstikvanan, diya lîstikvan Goran Mihmed ji K24ê got: “Her roj dibêjin ewê sibe bên berdan. Ev mehek e nehatin berdan. Îro min bihîst ku dê 14ê vê mehê de werin berdan. Em jî çaverêya ji 14ê mehê re dimînin. Ez ji berpirsê tîma wan dixwazim ku hawlên xwe zêdetir bike bo berdana wan lîstikvanan.”

Rêvebir û berpirsên Tîma Cîhadê tekez dikin ku, ew rojane pêwendiyan bi berpirsên werziş û Artêşa Sûriyê re dikin. Rahênerê tîma Cîhad ji K24ê da zanîn ku di 3 rojên bê de, dê çarenivîsa van lîstikvanan diyar bibe û vegerin tîma xwe.

Rahênerê Tîmê Bêrc Serkîsyan ji K24ê jî got: “Lîstikvanên me di hundirê sê rojan de, dê werin berdan. Em babeta berdana wan dişopînin, hemû alîkarî hatine kirin, rewşa wan gelekî base. Pêwîst e du rojên bê li Şamê bin û vegerin tîma xwe.