Kobanê piştgiriya Bakurê Kurdistanê dike

Ji ber Şer û aloziyan, li Bakurê Kurdistan bi dehan tax û navçe hatin wêran kirin, bi 10 hezaran kes koçber bûne û bi sedan kes hatine kuştin û birîndarkirin.
author_image Ridwan Bêzar
kurdistan24.net

K24-Kobanê

Bi armanca piştgiriya welatiyên Kurd li Bakurê Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê(P.D.K.S) ku Cemal Şêx Baqî berpirsê wê ye, xwepêşandanek li bajarê Kobanê birêve birin.

Peyamnêrê K24ê li bajarê Kobanê ragehan ku, bi amadebûna hejmarek welatî û alîgirên Partiya Demokrata Kurdl Sûeiyê(P.D.K.S) bi armanca piştgiriya berxwedana Kurd li nevçe û bajarên Bakurê Kurdistanê xwepêşandanek birêve çû, xwepêşandan li qada Azadî hat lidar xistin.

Derbarê wê xwepêşandanê serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdl Sûeiyê(P.D.K.S) li bajarê Kobanê Kîlo Îsa ji K24ê re got: “Çawe ku Kurdên Bakurê Kurdistanê piştgiriya xelkê Rojava dikir, em niha li vir piştgiriya birayên xwe li Bakur dikin, heta ku mafê xwe werbigrin.”

Ji ber Şer û aloziyan, li Bakurê Kurdistan bi dehan tax û navçe hatin wêran kirin, bi 10 hezaran kes koçber bûne û bi sedan kes hatine kuştin û birîndarkirin.