Hewlêr..Hijmarek a alîgir ên PKK xwepîşandan encam dan.

Hijmarek ji endam û alîgir ên PKK li pêşî ya baregeh a Netewe yên Hevgirtî li Hewlêrê xwepîşandan encam dan.
kurdistan24.net

K24- Hewlêr:

Hijmarek ji endam û alîgir ên PKK li pêşî ya baregeh a Netewe yên Hevgirtî li Hewlêrê xwepîşandan encam dan.

Ew xwepîşander hijmar a wan çend sed kesek bûn û bi alayê PKK û wêne yên Ebdûlla Ocalan ê rêberê zîndanîkiryê PKK kombûn.

Li gor zanyarî yên destpêkî, piranî ya xopîşanderan danîşvan ên kemp a Mexmûrê bûne. Divên berbest ên asayîşî rakin û guh nadin rênimayî yên hêz ên polis ên çalakî yên sivîlî û wan divên nêzîkî Kunslxane ya Emerîkayê û baregeh a Netewe yên Hevgirtî bibin.

Evan xwepîşanderan heya niha ti daxwazî yên nivîsyayî pêşkêş nekirin e. Polis ên çalakî yên sivîlî pêkol ê dikin kontirol a rewşê bikin.

Alîgir ên PKK berî xwepîşandanê ti  zanyarî belav nekiribûn û neragahandibûn kû xwepîşandanê dê encam bidin.

Ew durişm ên taybet bi PKK dibêjin.

Pasevan û hêz ên parêzgarîyê li baregeh a Netewe yê Hevgirtî  ku ser bi Wezaret a Hindûrî  ya Herêm a Kurdistanê ne, pêkolê dikin daku alîgir ên PKK metirsîyê li ser baregeh a Netewe yên Hevgirtê neçêkin.

Li gor zanyarîyan  dengê gulleyan hatîye bihîstin lê heya niha jêder ê teqekirinê xuya nine.