Çarçoveyeke siyasî ya nû li Rojava tê damezrandin

Biryar e di 12ê vê meha de, li bajarê Amûdê,kongreya damezrandina çarçoveya bi navê "Hevbendî" were avakirin. Lê hindek serkirdeyên ENKSê jî dibînin ku, armancên hevbendiya navhatî lawazkirina ENKSê ye.
author_image Dilovan Çeto
kurdistan24.net

K24 - Qamişlo

Partiyên Lêvegera Siyasî bi niyaz in ku, kongreya xwe ya yekemîn, di hefteya bê de lidar bixin. Li gorî serkirdeyên vê lêvegerê, armanca avakirina çarçoveyke nû ew e, ku dûrî ejindeyên ji derve be, herwiha xwedî biryarekî serbixwe û azad be û hemû hêzên siyasî li Rojavayê Kurdistanê di bin yek sîwanê de bicivîne.
Cîgirê Serkirdeyê Partiya El-wehde ya Kurd li Sûriyê Mistefa Meşayix derbarê avakirina çarçoveya nû ji K24ê re got:  "Dê têkiliyên me bi hemû partî û hêzên kurdistanî re hebin. Em rêz û hurmetê ji wan re digrin,lê biryara me wê serbixwe be. Dê ji Qamişlo, Efrîn û Kobanê be, ji ber wilo jî em dibînin eger ev laşê nû bi vî rengî bi meşe, dê karibe bêtir xizmetê ji milet û doza me re bike."
Ji aliyê xwe ve, Encûmena Niştimanî ya kurd li Sûriyê (ENKS) dibîne ku, avakirina çarçoveyeke siyasî, ji aliyê hindek partiyên siyasî ve, mafekî rewa ye, lê ewê nikaribin ti gavan bi tena serê xwe bavêjin.
derbarê vê yekê de Endama Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Narîn Metînî ji K24ê re got: "Helbet ew jî çarçoveyeke siyasî ye li ser erdê, lê ewê nikaribe tiştekî pêk bîne. Pêwîst e di rojên bê de her yek ji ENKS, TEV-DEM û vê çarçoveya nû, di hundirê çarçoveyekê de bicivin û ew bibe bigih ji hemû tevgera Kurdî re, daku  karibin xizmeta gelê xwe bikin, ji bo welatekî azad û miletekî serbixwe."
Biryar e di 12ê vê meha de, li bajarê Amûdê,kongreya damezrandina çarçoveya bi navê "Hevbendî" were avakirin. Lê hindek serkirdeyên ENKSê jî dibînin ku, armancên hevbendiya navhatî  lawazkirina ENKSê ye.