Nexweşiya Laşmanyayê li Kobanê belav dibe

Nexweşiya Laşmanya di rêya geza "Mêşa remlê" re tê belavkirin, dema ku ew mêş xwîna nexweşekî dimije û diçe li ser laşê keseke din, vedigre.
kurdistan24.net

K24 - Kobanê

Hejmarek ji welatiyên bajarê Kobanê rastî nexweşya Laşmanya ya ku bi navê “Heba Salê” tê naskirin, hatine. Komeleya Buhar ya alîkariyan û hevkariya Desteya Tenduristiyê li Kobanê hewla çareserkirina nexweşiyê dikin.

Derbarê çareserkirina wê nexweşiyê de, Cîgirê Desteya Tenduristiyê li Kobanê Mihmed Arif Elî ji K24ê re got: “Bi armanca çareserkirina vê nexweşiyê me navendeke tendirustiyê avakir, hêviya me mezin e ku di pêşerojê de hemû nexwşiyên Laşê werin çareserkirin.

Komeleya Buhar ev heftiyek e dest bi kar û xebatên xwe derbarê çareserkirina nexweşiya Heba Salê kir, hejmara kesên ku ji wê nexweşiyê baş bûne giheştiye 25ê kesan.

Nûjdarê nexweşiyên çerm Salih Hacî derbarê sedmên wê nexweşiyê ji K24ê re axifî û got: “Koçberiya kesên ku hatine bajarê Kobanê, birîna daran, piraniya kûçik, mişkan û nebûna derman e, neçareserkirina nexweşiyê sedema belavbûna wê ye.

Nexweşiya Laşmanya  di rêya geza "Mêşa remlê" re tê belavkirin, dema ku ew mêş xwîna nexweşekî dimije û diçe li ser laşê keseke din, vedigre.