Siudiyê 150 hezar leşker bo Sûriyê amade dike

Erebistana Siudiyê plana perwerdekirina 150 hezar leşker bo jinavbirina DAIŞê li Sûriyê, dike. Biryar e di meh bê de jî li Suidiyê dest bi plana perwerdekirina vê hêzê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Erebistana Siudiyê plana perwerdekirina 150 hezar leşker bo jinavbirina DAIŞê li Sûriyê, dike. Biryar e di meh bê de jî li Suidiyê dest bi plana perwerdekirina vê hêzê bike.

Çavkaniyên Suidiyê ji “CNN” re eşkere kirin, ku Siudiyê plana perwerdekirina 150 hezar leşker bo jinavbirina DAIŞê li Sûriyê, dike. Pêkhateya wê hêzê ji Siudiye, Misir, Sodan û Urdinê ne.

Herwiha Tirkiye, Mexrib, Kwêt, Behrên, Îmarata Erebî, û Qeter amadehiyên xwe bo beşdariya di wê hêzê de dan. Biryar e jî di riya Tirkiyê re ew hêz derbasî nava xaka Sûriyê bibe.

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkayê Aşton Karter pêşwazî li pêşniyara Siudiyê kir û got: “Zêdekirina çalakiyên welatên beşdar di hevpeymaniyê de, dê ji Amerîka re alîkar be ku DAIŞ were jinavbirin.”  

Siudiye dibîne ku, tenê êrîşên esmanî li dijî DAIŞê li Sûriyê, dê bê encam bin, lewre divê operesyon ji esman de û li ser erdê bin.

Li gor “CNN” biryar e, di meh bê de, li Suidiyê dest bi plana perwerdekirina vê hêzê bike. Di baweriya Siudiyê de ye, di demek nêzîk de Sena paytexta Yemenê ji Hosiyan kontrol dike, ev yek jî derfeteke baş dide ku bi Sûriyê mijûl bibe.