Di dema Malîkî de bi “milyaran dolar” gendelî hatiye kirin

Parlementoya Iraqê jî dest bi lêkolînan kiriye.

K24- Navenda Nûçeyan

Li gor raporeke navdewletî, di serdema serokwezîrtiya Nûrî Malîk de, bi qasî milyarên dolaran gendelî hatiye kirin.

Di rapora Lêkolînerê Navdewletî yê Sendûqa Geşepêdana Iraqê de hatiye ku, ji sala 2006an û heta 2014an (serdena serokwezîrtiya Malikî) çendîn projeyên şikestî û girêbestên bê bingeh hatine kirin.

Sendûqa Geşepêdana Iraqê, ew sendûqa navdewletî ye ya ku hemû dahatên petrola Iraqê têde tên komkirin.

Praniya wan proje û girêbestan di Wezareta Tenduristiyê de hatine kirin.

Di raporê de hatiye ku, 4 proje biqasî 33 milyon dolar di sala 2013an de hatine îmzekirin, lê heta sala 2015an ew proje nehatine destpêkirin. 

Di sala 2011an de jî, girêbest biqasî 249 milyon dolarî ji bo avakirina nexweşxaneyan li parêzgeha Musena û Kerbela di sala 2011an de hatine îmzekirin, lê heta dawiya sala 2015an, tenê ji sedî 26 ji wan projeyan hatine çîbicîkirin.

Herwiha di sala 2009an de, girêbesta avakirina 6 nexweşxaneyan bi qasî 898.5 milyon dolar hatine îmzekirin, lê belê heta niha jî nehatiye cîbicîkirin.

Di nexşeya mûçeyên Wezareta Tenduristiyê de jî, nêzîk yek milyar dolarî zêde hatiye wergirtin, ew jî di sala 2013an de bû.

Sala 2009an jî, girêbestek biqasî 1.3 milyar dolar bo anîna alavên nexweşxaneyekê hatibû îmzekirin, lê piştî 3 mehan heyama bikaranîna wan alavan bidawî bibû.

Ji aliyê xwe ve, Komîteya Destpakiyê li Parlementoya Iraqê dest bi lêkolînan derbarê wan raportan de kiriye.