Dengvedana Referandûma Serxwebûna Kurdistanê
K24 - Enqere
Dengvedana li ser daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya derbarê referanduma serxwebûnê de berdewam e. Referandûmê di çapemeniya Tirkiyê de cihekî berfireh girt, gelo welatiyên Tirkiyê derbarê referandûmê de çi difikrin?
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di 3ê Sibatê, mafê Kurdan yê serxwebûnê bibîrxistibû û gotibû ku bo vê yekê divê referandûm were kirin û bo piştgiriyê bangî aliyên siyasî kiribû.
Banga Serokê Herêma Kurdistanê di demek kurt de li ser siyaseta cihanê dengveda, herwiha mijar li Tirkiyê jî gelekî hat axaftin. Gelo kolanên Enqerê li ser mijarê çi difikrin? Welatî ji Kurdistan24ê re wiha axifîn:
“Gelek berjewendiyên Tirkiyê li herêmê hene, heger di rewşek wiha de Tirkiye jî piştgiriyê bide herêmê wê gelek baş bibe. Her dû dewlet wê bazirganiyên baş bikin.”
“Niha Serokkomar Erdogan rewşê erênî nabîne, Erdogan wekî ku dixwaze xwe nîşan dide lê derew e, Tirkiye nanase.”
“Ragihandina serxwebûnê demokratîk e, normal e. Rewş wê li dijî berjewendiyên Gelê Tirk be lê belê wê bo berjewendiyên Tirkiyê baş bibe.”
“Heta ku pêk neyê em nikarin tiştekê bêjin ji ber ku tu tişt heta dema wê neyê nediyar e.”
“Eger heye ku gelek tiştên xirab pêk werin. Ya rast nediyar e, lê ez wek xeternak dibînim.”
“Tirkiye niha serkirdeyê Rojhilata Navîn e. Heger ligor berjewendiyên Tirkiyê pêk were baş e.”
Mijara referandûmê ji aliyê siyasetmedarên Tirkiyê ve jî hat nirxandin, hikûmetê helwesta xwe bi awayekî neyînî ragihand. Ji HDPê piştgirî bo referandûmê hat. Siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay jî aşkere kir ku ew dê piştgiriyê bidin referandûma serxwebûnê.