Rêveberiya Xweser nûneratiya xwe li Rûsyayê vedike

Rûsya yek ji welatên ku piştgiriya rejîma Sûriyê dike, dibêje ku ev nûneratî dê weke rêxistineke sivîl kar û xebata xwe li Rûsyayê bike
kurdistan24.net

K24-Qamişlo

Cîgira Desteya Pêwendiyê Derve ya kantona Cizîrê ragehand ku, ew dê nûneratiya Rêveberiya Xweser li Rûsyayê vekin.

Derbarê vekirina nûneratiya Rêvberiya Xweser li Moskoyê, Cîgira Desteya Pêwendiyê Derve ya kantona Cizîrê Emîna Osê, bo K24ê wiha got: "Hemû xebat û amadekariyên vekirina nûneratiya me li Moskoyê bi dawî hatine."

Osê da zanîn ku nûneratiya wan dê bi awayeke fermî were vekirin û dê hemû rêxistinên siyasî û yên sivîl li wî welatê dê beşdariya di vekirina ofîsê de bikin.Osê aşkere kir ku nûneratiya wan li Almanyayê jî dê were vekirin.

Cîgira Desteya Pêwendiyê Derve ya kantona Cizîrê amaje bi wê yekê  jî kir ku, êdî hemû welatên ku pêwendiyên me li gel wan hene, ew dê bi awayeke fermî danûstandinan bi Rêveberiya Xweser re bikin.

Rûsya yek ji welatên ku piştgiriya rejîma Sûriyê dike, dibêje ku ev nûneratî dê weke rêxistineke sivîl kar û xebata xwe li Rûsyayê bike.