Roja Evîndaran nêzîk dibe

Amadekariyên Roja Evîndaran ji niha ve li Tirkiyê dest pê kir. Li salona Congresiuma Enqerê bi taybetî bo Roja Evîndaran Pêşangeha Diyariyan hat vekirin.
kurdistan24.net

K24 - Enqere

Amadekariyên Roja Evîndaran ji niha ve li Tirkiyê dest pê kir. Li salona Congresiuma Enqerê bi taybetî bo Roja Evîndaran Pêşangeha Diyariyan hat vekirin. Pêşangeh ji aliyê welatiyan ve bi germî hat pêşwazîkirin.

14ê Sibatê nêzîk dibe, amadekariyên roja ku li hemû cîhanê wek roja evîndaran tê pîroz kirin li Enqerê jî destpê kirin.

Salona Congresiuma Enqerê bi diyariyên taybet hat xemilandin û çoşa roja evîndaran xwe da hestkirin. Di nav welatiyên ku serdana fuarê dikin de, yên ji bo destgirtiyên xwe diyariyeke baş digerin jî hene, yên tenê bo serdanê hatine jî hene. Herwiha di fuarê-pêşangehê de dîtina dîmenên rengîn mûmkin e. Welatî derbarê Roja Evîndaran de ji Kurdistan24ê re wiha axifîn:

"Em ji ber roja evîndaran hatin, me hinek tişt kirrîn lê ne ji bo hev du...."

"Tiştên balkêş hene, em hatin û roja me xweş derbas bû lê mixabin me diyarî nekirîn."

"Ez bawerim ez ê vê albûme bikirim, hindek tiştan jî lê zêde bikim û paketekê amade bikim, niha pêşî we dît hûn bi şans in. İhihiih."

"Cihekî gelekî xweş e, min jî bo xwe sabun kirî rengbireng in êdî ev jî tance ihihihii."

"Di kevneşopiyên me de tiştên wiha nînin, em tiştekî nakirin tenê em digerin."

"Ew wiha dibêje lê piştî min diyariya xwe kirî ew jî wê bikire."

Dikandarên fuarê ku hejmara wan nêzî 300an e, ji rewşa xwe razî ne û herwiha ji eleqeya zêde kêfxweş in.

"Baş diçe, ji xwe tiştên me hemû li ser diyariyên zewacê ne, ji ber vê jî firotina me baş e."

"Bihayên me di navbera 80 û 200 lireyan de ne, bazin, gustîl, gerdenî… hemû hene, herî zêde evna eleqeyê dibînin.”

Fuara diyariyan heta 14ê Sibatê ji bo serdanê vekiriye û her kesê ku dixwaze bi bilêtên xwe yên ku buhayê wan 2 lîre ne, dikarin serdana vê fuarê bikin û bo destgirtî yan evîndarên xwe diyariyên cûrbecûr bistînin.