"Angela Merkel bo pirsa penaberan serdana Tirkiyê dike"

Ji sedema operasyonên Rûsyayê û êrîşên rejîma Sûriyê bi hezara welatiyên Sûriyê koçberî Tirkiyê bûne û li ser sînor mane.
kurdistan24.net

K24-Enqere

Pisporî Pêwendiyên Navdewletî Prof.Selçûk Çolakoglu ragehand ku, penaber û ewlekariya sînorên Tirkiyê daku penaber bi awayeke yasayî derbasî Ewropayê bibin mijara serke ya serdana  Şêwermenda Almanyayê bo Tirkiyê.

Derbarê serdana Şêwermenda Almanyayê Angela Merkel bo Tirkiyê pisporê pêwendiyên navdewletî Prof.Selçûk Çolakoglu ji K14ê re wiha got: "Di sala borî de, di navbera Yekîtiya Ewropayê(YE)  û Tirkiyê de, peymanek hate imzekirin, ji bo şopandina wê peymanê Mercel serdana Tirkiyê dike, herwiha ji bû ku penaber bi awayeke yasayî derbasî welatên Ewropa bibin."

Çolakoglu amje bi yekê jî kir ku, ji bilî penaberên Sûriyê welatiyên ku dixwazin ber bi Ewropayê ve biçin ji Iraq û çendîn welatên din li Tirkiyê dimînin, ev jî pirsgirêkeke mezine bo Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê.

Derbarê wan benaberên ku ji bakurê Helebê ji êrîşên rejîma Sûriyê û Rûsyayê reviyane û li ser sînor mane asê,  Çolakoglu da zanîn ku Tirkiyê ji dest pêka kirîza Sûriyê deriyê xwe ji penaberan re vekirî ye, niha jî dê li pêşiya wan penaberan veke.

Ji sedema operasyonên Rûsyayê û êrîşên rejîma Sûriyê bi hezara welatiyên Sûriyê koçberî Tirkiyê bûne û li ser sînor mane.