Sengawî: Her kesek nexwaze xwedan welat be mirî ye

Derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de, Fermandeyê Hêza Pêşmerge li Eniya Germesêr Mehmûd Sengawî got: "Her kesek nexwaze miletê wî azad û serbixwe yan xwedî welat be, wate ew kesekî mirî ye."
kurdistan24.net

K24 – Silêmanî

Derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de, Fermandeyê Hêza Pêşmerge li Eniya Germesêr Mehmûd Sengawî got: "Her kesek nexwaze miletê wî azad û serbixwe yan xwedî welat be, wate ew kesekî mirî ye."

Fermandeyê Hêza Pêşmerge li Eniya Germesêr Mehmûd Sengawî, da zanîn ku daxwaz ji Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê kiriye daku alîkariyê bikin lê heta niha nikarîne yek şûşe av bidin Pêşmergeyan.

Mehmûd Sengawî beşdarî Bernameyê Hevpeyvîn a Kurdistan24ê bû û derheqa referendum û hevkarîkirina Pêşmergeyan ji aliyê Bexdayê ve axifî. Sengawî got: "Ligel rewşa xirab a aborî û sir û seqema li eniyên şer, dîsan Pêşmergeyên qehreman di çeperan de berevaniyê li ax û niştiman dikin, ji ber Pêşmerge dizanin ku DAIŞ ne tenê hêzeke dagîrker e, lê metirsî ye bo ser civakê jî."

Sengawî bal kişand ser civîneke xwe ya ligel Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê jî û wiha axifî: "Ez ligel serokê parlamento û wezîrê berevaniyê yê Iraqê civiyam, min daxwaz kir jib o xizmetguzariya navçeyên Celewla û Sadiye hevkariya me bikin ku ji ber şerê DAIŞê gelek zerar gehiştiye wan, herwiha me xwest tîmên rakirina mayînan bişînin navçeyê, lê belê rewşa hikûmeta Iraqê bi xwe ne gelekî baş û xweşik e, heta niha nikariye yek şûşe av bide me."

Derbarê pirsa referendum û serxwebûna Herêma Kurdistanê de jî Sengawî nerînên xwe wiha anîn ziman: "Referandûm mafekî rewa yê milet e, her kesek nexwaze miletê wî azad û serbixwe yan xwedî welat be, wate ew kesekî mirî ye. Her kesek zindî be dixwaze dewleta Kurdî bi çavê xwe bibîne, ez bi xwe bi deh tiliyan îmze bo referandûmê dikim, divê em hemû ligel dewleta Kurdî bin, bi baweriya min niha em referandûmê li wan navçeyên erebnişîn ên ku ketine bin kontrola Pêşmergeyan bikin, dê deng bidin me."