Li Antalyayê çalakiya dengderxistinê
K24 – Navenda Nûçeyan
Banga Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş a wekî, “Ji bo Aştiyê li her derê deng derxe, dengê xwe bilind bikin” li her derê belav dibe.
Wekî gelek bajaran li Antalyaya Bajarê Derya Spî yê Tirkiyê jî çalakiya dengderxistinê hebû. Xwepêşanderan şevê din saet 19:00an, li dijî qedexekirina derketina kolanan û operasyonên li Bakurê Kurdistanê derketin derve û dest bi çalakiyê kirin.
Piştî demekê çalakvanan agir dadan, rê li ber hatûçûnê girtin. Hêzên Asayişê xwestin xwepêşandan bi dawî bibe lê digel vê yekê çalakiyê berdewam kir û polîsan bi otomobîlên wek TOMA, Akrep ên zirxpoş mudaxeleyî girseyê kirin.
Xwepêşanderan jî bi keviran bersiv dan polîsan û dest bi sloganan kirin. Çalakiyê nêzîka saetekê berdewam kir.