Çarçoveya serdana Merkel bû cihê niqaşan

Îro Serokwezîra Elmanya Angela Markel li ser vexwendina Serokwezîre Tirkîyê Ahmet Davutluğu hat Tirkiyê.
kurdistan24.net

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro Serokwezîra Elmanya Angela Markel li ser vexwendina Serokwezîre Tirkîyê Ahmet Davutluğu hat Tirkiyê. Hat diyarkirin ku Markel wê pêşî digel Serokwezîr Ahmet Davutoglu piştra jî ligel Serokkamar Recep Tayip Erdogan bicive.

Elmanya yek ji girîngtirîn hevalbendên Tirkiyê ye û navbera wan de tekiliyên gelekî kevin hene. Ji ber wê, di vê serdanê de, mijarên siyasî, leşkerî û aborî dê werin axaftin. Yek ji wan mijara  endamtiya Tirkiyê ya bo Yekîtiya Ewropayê ye. Ji ber ku Tirkiye ji sala 1963an heta niha dixwaze beşdarî Yekîtiya Ewropayê bibe. 

Mijareke din jî li ser qeyrana aborî ya gerdûnî ye. Ji ber di navbera Tirkiye û Elmanyayê de tekîlîyên aborî gelekî zêde nê û Tirkiyê di hinarde û derhanîna Elmanyayî de cihekî girîng digire.

Digel van mijarên sereke mijara fermî ku dê were axaftin kêşeya penaberan e. Elmanya dixwaze penaber di ser Tirkiyê re derbasî Ewropayê nebin û bo vê yekê jî  peymanek bi Tirkiyê mohr kiribû û soza 3 milyar euro alîkarî dabû Tirkiyê.

Ji ber tenê ev mijar di plana fermî de heye, rê li ber niqaş û rexneyên tund vekir. Ji ber ku li Tirkiyê aloziyeke demdirêj heye û mafên mirovan bi awayekî giran tên binpêkirin.