Hûrgiliyên “plana terorîstî” ya ku li Hewlêrê hat pûçkirin

Tîmên Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê jî, bombe û piştîneyeke bombekirî desteser kirine.
kurdistan24.net

K24- Hewlêr

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê hûrgiliyên plana terorîstî ya li Hewlêrê hatiye pûçkirin, belav kirin.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku, tîmên hevbeş ên lêkolîn û operasyonan “karîn kiryareke xwekujî ya terorîstên DAIŞê bûç bikin û 3 terorîstan bigirin.”

Li gor ku di daxuyaniyê de hatiye, wan her 3 terorîstan dixwestin ku bajarê Hewlêrê armanc bikin.

Her 3 terorîstên ku hatine girtin li niyaz û plana xwe jî mikur hatine.

Hûrgiliyên plana terorîstan jî, li gor mikurhatinan, bi vî awayî ye: “Terorîst Hazim Mihemed Dawud Mensûr, piştîneyeke bombekirî û şeş bombeyê plasîtkî ji sînorê navçeya Silêman Beg bo Kerkûkê û piştre bo Hewlêrê veguhestibû. Di heman demê de terorîst Xelef Ismaîl Xelef Obêd Cibûrî hatibû amadekirin, da ku bi piştîneya bombekirî û bombeyan ve xwe li cihê armamckirî biteqîne.”

Lê di daxuyaniyê de, navê cihê armanckirî li nava paytexta Herêma Kurdistanê nehatiye diyarkirin.

Di dîmena vîdeyoyî de (ya ku derbarê mikurhatina terorîstan de belav bûy) hatiye: “Teroîrst Cinêd Xalid Bilasm Xezban erkê veguhestina zavayê xwe yê xwekuj Xelef Ismaîl girtibû stûyê xwe.”

Lê beriya encamdana vî karê xwekujî, tîmên hevbeş ên lîkolîn û operasyonan li Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê karîn wê planê pûç bikin û bombeyan jî desteser bikin.

Di daxuyaniya fermî de hatiye jî ku, wan terorîstan sûd ji hesankariyên ku Herêma Kurdistanê yên li pêş derbiderên Iraqê, wergirtine, ji bo ku plana xwe bicih bînin.