Yildirim: Ev plan ne ya “Master” e ya “Mîster” e!

Parlamenterê Sertê yê HDPê Kadrî Yıldırım, plansaziya Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ya bi navê “Masterê” şibande “Mîsterê.”

K24 - Enqere

Parlamenterê Sertê yê HDPê Kadrî Yıldırım, plansaziya Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ya bi navê “Masterê” şibande “Mîsterê.” Yildirim got ku jiyana Kurdan bi rêya wan pakêtên ku têne ragihandin her car dibe wekî dojehê.

Yildirim li Parlamentoya Tirkiyê axifî û diyar kir ku Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu li alemî berzah dijî û divê di zûtirîn dem de vegere vê dinyayê.

Yildirim wiha axifî: “Ma hûn ne ji pişta Moxoliya ne ku 27 roj in Cizîr dorpêç kirine. Di plana Master de tenê rastiyek heye ew jî feraseta talanker a Moxoliya ye. Wiha xuya ye, hûn jê ne haydar in ku li Cizîrê we careke din ew feraseta talanker ji nû ve vejandiye. Lewra bi tena serê xwe di serdema qedexeya derketina kolanan de yanî di 56 rojî ya xwe ya dorpêçkirina Cizîrê de 78 kesan canê xwe ji dest daye. Di nava wan kesên ku canê xwe ji dest dane de zêdetir jin û zarok cih digirin. Ev feraset ne ya Moxolan be ya kê ye?”

Yildirim derbarê lêgerîn û lêkolîna peyva “Kurdistanê” de jî pêjniyarek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kir. Yildirim li ser pirsa operasyonên ku li Cizîrê pêk tên jî “ka gelo li wir çi dibe çi nabe?” xwest komeke ku ji aliyê kesên serbixwe ve pêk tê komîsyonek ava bibe.