Elmanya û Tirkiyê li ser 10 xalan li hev kir

Piştî civînê ji aliyê herdû serokwezîrên ve civînek çapemeniyê hat sazkirin. Serokwezîran di civînê de diyarkirin ku li ser pirsa penaber û koçgeran gotûbêj hatine kirin û li ser 10 xalan rêkeftine.

K24 - Enqere

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel li ser vexwendina Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu serdana Tirkiyê kir. Merkel piştî danûstandinên dîplomatîk vegeriya Elmanyayê.

Angela Merkel, îro serê sibehê gihişt Enqerê. Qonaxa Merkel a yekem Anitkabîr bû, Merkel piştî merasîma fermî ya Anitkabîrê derbasî Koşka Çankayê bû û herwiha li wir nêzikê saetekê digel Serokwezîrê Tirkiyê civiya.

Piştî civînê ji aliyê herdû serokwezîrên ve civînek çapemeniyê hat sazkirin. Serokwezîran di civînê de diyarkirin ku li ser pirsa penaber û koçgeran gotûbêj hatine kirin û li ser 10 xalan rêkeftine.

Di civîna çapemeniyê de Angela Merkel got: “Em nabêjin bila Tirkiye hemû penaberan qebûl bike, em dixwazin penaber bi rêyên yasayî werin Ewropayê jî. Me derbarê vê yekê de axaft ka em dikarin çi bikin, em di çarçoveya vê planê de berpirsyariyeke hevpar hildigirin.”

Davutoglu jî ragihand ku roja pênçşemê civîna Wezîrên Parastinê ya NATOyê heye û Elmanya û Tirkiye bi hev re dê pêşniyarê NATO’yê bikin ku bila encamên koça koçberan a ku ji Sûriyeyê tê wek mijar bê axaftin

Davutoglu wiha axifî: “Bi taybetî ji bo ku NATO şanda şopandinê û çavdêriyê li ser sînor û deryaya Egeyê bi bandor bide xebitandin, em ê hewl bidin ku hevkariyek çêbibe”

Serokwezîra Elmanyayê piştî hevdîtina digel Davutoglu derbasî Qesra Spî bû û li wir digel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hevdîtinek pêk anî. Merkel piştî temamkirina danûstandinên xwe vegeriya Elmanyayê. Danûstandinên Merkel û Davutoglu roja pênçşemê wê di civîna NATOyê de berdewam bikin.