HDP û BDPê bûyerên li Cizîr û Sûrê protesto kirin

Hat îdîakirin ku li navçeya Cizîra Şirnexê di jêrzemîna avahiyekê de 60 kesan canê xwe ji dest dane. Lê derbarê bûyerê de hê jî ti gahiyên serrast nehatine dayîn.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Hat îdîakirin ku li navçeya Cizîra Şirnexê di jêrzemîna avahiyekê de 60 kesan canê xwe ji dest dane. Lê derbarê bûyerê de hê jî ti gahiyên serrast nehatine dayîn. Parêzgeriya Şirnexê ragihand ko di operasyonan de 10 çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê canê xwe ji dest dane.

Ji hêla din ve Parlementerê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP)’ê Faysal Sayiyildiz got, li Cizîrê cenazeyên 30 kesan hatine dîtin. Li ser vê bûyerê rêxistinên HDPê û DBPê li Amedê bûyer protesto kirin.

Li navçeya Cizîrê ev 57 roj in ko pevçûnên di navbera Hêzên Ewlekariya Tirkiyeyê û Çekdarên Yekîneyên Parastina Sivîlan YPSê de didomin. Televîzyona dewletê TRTê şeva Yekşêma borî ragihand ko di operasyên 7ê Sibatê de 60 xwepêşandan hatine kuştin lê belê parêzgerî û leşkeriya Tirkiyeyê ev yek piştrast nekirin.

Li gorî Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek, ekîbên saxlemiyê li cihê bûyerê bi dehan cenaze dîtine. Parlementera HDPê ya Şirnexê Aycan Îrmezê jî bo Kurdistan24ê ragihand ko di jêrzemînekê de 60 kes hebûn û hejmarek ji wan birîndar bûn û dibe ko piraniya wan hatibin kuştin.

Rêxistinên HDP ê û DBPê ji bo ko bûyerên li Cizîr û Sûrê protesto bikin li ber avahiya DBPê kom bûn. Parlementerên HDPê, rayedarên partiyê û rêxistinan bi hejmarek xelk re beşdarî çalakiyê bûn. Hevserokê DBPa Diyarbekirê Elî Şîmşek bertek dan operasyon û dewletê.

DBPê û HDPê gazî xelkê kirin û ragihandin ko dê ji niha û pê de her êvar li hin navnîşanan kom bibin û nerazîbûnên xwe bînin ziman. Ji hêla din ve xelkê jî bi diruşm û çepikan li dijî operasyonên dewletê bertek nîşan da.  

Rêvebirê Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê Seydî Firat jî got, planekî dewletê ko ji 3 xalan pêk tê heye û dixwazin Kurdan bêdeng bikin û bi gotinên biratiyê bixapînin.

HDPê û BDPê biryar standin ko bi xelkê re her êvar saet li 7ê li navnîşaneke diyarkirî kom bibin û bertekên xwe yên demokratîk bînin ziman. Çalakiya protestoyê bê bûyer bidawî bû.