Hunermend dibin dengê êş û hewara gelê xwe

Hunermendên Kurd ên wekî Rojîn, Brader, Delîl Dîlanar, Ganî Nar û Nîhad Salem di vê berhemê de dibin dengê êş û hewara Kurdan û serkeftina Peşmergeyan.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Derbarê trajediya Şengalê de heta niha gelek berhem hatine amadekirin. Herî dawî jî siyasetmedar Rojhat Amedî ligel çend hûnermendan li ser ketin û rizgarkirina Şengalê stranek çêkir. Rojhat Amedî diyar kir ku armanca stranê bilindkirina hesta tolhildana Kurdan e.

Hinek caran sîyaset li ser hûnerê hinek caran jî hûner li ser siyasetê bandoreke mezin dike. Heta niha derbarê trajediya Şengalê de gelek caran helbestvanan helbest nivîsandine, stranbêjan kilamên êş û xemginiyê gotine, derhêneran jî film çêkirine.

Lê vê carê berevajî siyasetmedarekî li ser ketin û rizgarkirina Şengalê helbestek nivîsand û kir stran. Ew sîyasetmedar Rojhat Amedî ye û diyar dike ku ketina Şengalê ew gelekî xemgîn kiriye, Bi taybetî jî trajediya keçeke Êzdî ya bi navê Zînê bûye sedem ku ew berhemek wiha amade bike.

Hunermendên Kurd ên wekî Rojîn, Brader, Delîl Dîlanar, Ganî Nar û Nîhad Salem di vê berhemê de dibin dengê êş û hewara Kurdan û serkeftina Peşmergeyan. Rojhat Amedî dide zanîn ku tolhildan peyama sereke û tekane ya vê stranê ye.

Bi ketina Şengalê bi hezaran Kurd hatin revandin û sedan kes ku di nav de zarok û jin jî hebûn hatin kuştin. Herwiha destdirêjiya li hemberî keçên Kurd ên Êzdî jî parçeyekî vê trajediyê bû. Lêbelê Şengal piştî salek û nîvê ji aliyê Pêşmergeyan ve hate rizgarkirin.

Derbarê vê yekê de gelek tişt hatin nivîsandin û gotin. Ligel êş û kulê Kurdan serkeftina wan jî di dîrokê de cihê xwe girt. Ev berhem jî penaseya wan derd û serkeftina ye.