Partiyên Rojava: Referandûm gaveke dîrokî ye

Serkirdeyên tevgera siyasî ya Kurd li Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku, serxwebûna Kurdistanê dê bandoreke erênî li perçeyên din ên Kurdistanê bike.
kurdistan24.net

K24-Qamişlo

Aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê, daxwaza serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bo referandûmê bi "gaveke dîrokî" dinerxînin, ji ber go mafê gelê Kurd e, herwiha dê bandora xwe li ser parçeyên din yên Kurdistanê bike.

Derbarê referandûmê Serokê Tevgera Çaksaziyê Fêsel Yûsif ji K24ê re wiha got: "Referandûm mafê gelê Kurd e, yekemîn gave bo wergirtina hemû mafê gelê Kurd, pirsa Kurd di Rojhilata Navîn de dive were çareserkirin, eger çareser nebû ew navçe wê ne aram be."

Hinek aliyên din ên siyasî li Rojavayê Kurdistanê dibînin ku, yekrêziya siyasî, leşkirin û çareserkirina rewşa aborî  referandûmê bihêztir dike.

Derbarê vê mijarê de Sekreterê partiya Çep a Kurd li Sûriyê Salih Gedo wiha ji K24ê axifî: "Di nerîna min de, eger em Kurdistaneke azad û serbixwe dixwazin, divê rewşa aborî were çareserkirin, herwiha helwesta hemû partiyên siyasî yên sereke derbarê referandûmê de yek be."

Serkirdeyên tevgera siyasî ya Kurd li Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku, serxwebûna Kurdistanê dê bandoreke erênî li perçeyên din ên Kurdistanê bike.