Xwîşka Serokê Amerîkayê ciwaneke Kurd xelat kir

Hêmen Birîmo bi navê penaberên Kurd li Almanyayê sipasiya wî welatî kir ku, deriyê xwe ji koçberan re vekir
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî 900 seatan ji karê xwebexiş re, ciwaneke Kurd ji Rojavayê Kurdistanê ji aliyê xuşka Serokê Amerîkayê Oma Obama ve tê xelat kirin.

Ciwanê Kurd Hêmen Mehmûd Birîmo, temenê wî 23ê salin, ji bajarê Efrênê yê Rojavayê Kurdistanê ye, Hêmen piştî ku di sala 2014an li gel malbata xwe giheşte Almanya, xwe fêrê zimanê Almanî kir û karê xwebexiş di rêxistineke Ciwanan de li wî welatî kir. Hêmen piştî 900 seatan ji karê xwebexiş hat xelat kirin.

Derbarê wê xelatkirinê de Ciwanê Kurd Hêmen Birîmo di daxuyaniyekê de wiha got: "Pêwîste mirov alîkariya mirovan bike taybet di ewrşên xirab de, lewma min xwe tevlî karê xwebeş kir, daku alîkariya penaberan bikim."

Hêmen Birîmo bi navê penaberên Kurd li Almanyayê sipasiya wî welatî kir ku, deriyê xwe ji koçberan re vekir. Hêmen ji aliyê xwîşka Serokê Amerîkayê Oma Obama ve li gel çend ciwanên din hat xelat kirin.