Hatina geştyaran bo Tirkiyê roj bi roj kêm dibe

Rêjeya geştyarên Rûsî yên ku meha yekem a sala 2016an hatine Tirkiyê li gor sala 2015an ji sedî 81 kêm bûye.

K24 – Antalya

Rêjeya geştyarên Rûsî yên ku meha yekem a sala 2016an hatine Tirkiyê li gor sala 2015an ji sedî 81 kêm bûye. Par di heman mehê de 12 hezar û 870 geştyarên Rûsî hatine Tirkiye. Lê îsal di meha Çileyê de tenê 2 hezar û 427 geştyar hatine.

Di meha Çile ya sala 2015an  de 97 hezar û 601 geştyar hatine Antalyayê ku bajarekî geştyarî ye. Li gorî daneyên Rêveberiya Turîzm û Çandê ya Antalyayê, di deh salên dawî de sala ku herî kêm geştyar hatine, îsal e. Geştyarên ku di sala 2009an de ligel ku li dinyayê krîzeke aborî ya gerdunî hebû ji îsal zêdetir bûye.

Di meha Çileya 2006an de 135 hezar, di 2007an de 125 hezar, di 2008an de 140 hezar geştyar hatibûn Antalyayê. Di sala 2009an de ku wê salê krîzeke mezin hebû dîsa jî 106 hezar geştyar hatibûn Tirkiyê. Ji sala 2010an ve her sal hejmara geştyarên ku tên Tirkiye kêmtir dibe.

Rêjeya kêmbûna geştyarên ku hatine Antalyayê di navbera salên 2015 û 2016an de ji sedî 17 kêm bûye. Lê kêmbûna herî mezin di bazara Rûsyayê de pêk hat. Rêjeya geştyarên Rûsî yên ku meha yekem a sala 2016an hatine Tirkiyê li gor sala 2015an ji sedî 81 kêm bûye.

Par di heman mehê de 12 hezar û 870 geştyarên Rûsî hatine Tirkiyê. Rûsya di navbera dewletên ku herî zêde geştyaran dişîne Tirkiyê de par di rêza diduyan de bû lê îsal ket rêza pêncan.

Hêjayê gotinê ye piştî xistina firokeya Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve Rûsya welatiyên xwe agahdar kirin daku serdana Tirkiyê nekin. Herwiha di gelek waran de têkiliyên xwe yên bazirganî jî ligel Tirkiyê qut kirin.