Hewramî: Niha ji xeynî çiyan Amerîka jî hevkarê me ye

Berpirsê Peywendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî got: "Niha em dibêjin ji xeynî çiyan, Amerîka jî hevkar û hevalê me ye."

K24 – Washington

Berpirsê Peywendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî got: "Niha em dibêjin ji xeynî çiyan, Amerîka jî hevkar û hevalê me ye."

Hewramî li Peymangeha Washingtonê beşdarî panelekê bû û derbarê peywendiyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê û herwiha piştîvaniya Amerîkayê bo serxwebûna Kurdistanê û şerê dijî DAIŞê de wiha axifî: "Berî niha Kurdan digot tenê çiya piştîvanên me ne, lê belê niha ji xeynî çiyan, Amerîka heval û piştîvanê me ye."

Hêmin Hewramî herwiha da zanîn ku hevkarîkirina zêdetir a Hêzên Pêşmerge bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê û têkşikandina wan karê serekî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/372f6296-314b-466e-b8a6-ce57032769e8/hemn%20hawrami.ism/manifest