Urmiye: Hejmarek mamostayên Kurd ji kar hatin dûrxistin

Îdareya giştî ya Îtilaa’ta kesên nêzîkî xwe li şûna wan dadimezrîne.

K24- Navenda Nûçeyan

Li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, hejmarek mamostayê olî ji ser kar hatin dûrxistin.

Li gor agahiyên ku derbasê mijarê de hatine belavkirin, îdareya giştî ya Îtilaa’ta parêzgeha Urmiyê guvaş xistiye ser mamostayên olî yên Kurd li Makû û gundên derûdora devera Selmas û Xoyê, heta ku 9 mamoste ji kar dûrxistin.

Li gor ajansa Kurdpa, a taybet bi bûyerên Rojhilatê Kurdistanê, heta niha jî guvaş li ser mamostayên olî yên Kurd berdewam e, îdareya giştî a Îtilaa’tê jî kesên nêzîk siyaseta Komara Islamî ya Îranê li şûna wan mamostayan diyar dike.

Li gor zanyariyan jî, gef û givaşên li ser endamên “De’we û Îslah” li devera Urmiyê zêde bûne.

Ew mamostayên han alîgirê perwerdeya rêkxistina olî a “De’we û Îslah” in ku berê jî ji aliyê hikûmeta Îslamî ve îzna çalakiyê wergitibûn.

Navê her 9 maostayan jî evin:

1-Mamosta mela Ezîz Rezayî, pêşnimêjê mizgefta Cami’e a Selmasê

2-Mamosta mela Ebûbekr Bedewî, pêşnimêjê mizgefta Faroq li xatûncana Îslamabada Urmiyê

3-Mamosta mela Xalîd Eyûbiyan, mamosta li Perwerde û Fêrkirinê

4-Mamosta mela Azad Fikan , mamosta li Perwerde û Fêrkirinê

5-Mamosta mela Reşîd Mîrgûnbedî, mamosta li Perwerde û Fêrkirinê

6-Mamosta mela Behmen

7-Mamosta mela Esed Casimî , mamosta li Perwerde û Fêrkirinê

8-Mamosta Behrî

9-Mamosta mela Riza Ebdî, pêşnimêjê mizgefta Îslamabad a Urmiyê

“De’we û Îslah” di meramnameyekî de, xwe weke damezrênerê medenî ya bi hizra Îslamî dizanin, û ev rêkxistina, nêzîkî rewta Îxwan El-moslimîn e, ku li ser destê Nasir Subhanî hatiye avakirin.