Baydemîr: Divê dewlet û PKK dest ji şer berdin

Şandeke Parlemeterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca aloziyên Bakurê Kurdistanê serdana Amerîkayê kir. Endamekî şandeyê jî dibêje, divê hikûmeta Tirkiye û PKKê dest ji şer berdin û vegerin ser masa guftûgoyê.
kurdistan24.net

K24 – Amerîka

Şandeke Parlemeterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca aloziyên Bakurê Kurdistanê serdana Amerîkayê kir. Endamekî şandeyê jî dibêje, divê hikûmeta Tirkiye û PKKê dest ji şer berdin û vegerin ser masa guftûgoyê. 

Parlemeterê HDPê Osman Baydemîr derbarê serdana Washingtonê de, ji K24ê re got: “Di serdana bo Amerîkayê de, em hewl didin ku bibin dengê Bakurê Kurdistanê. Ji 8 mehan de bi hemû awayên hovîtî, hikûmet şerekî dijwar li hember gelê Bakurê Kurdistanê dimeşîne.”

Baydemîr got jî: “Em wek HDPê şer weke çareseriyê nabînin. Şer, kuştin û wêrankirin di dîroka mirovahiyê de tu carî nebûye çareserî. Lewma em daxwaza rawestandina vî şerî dikin.”

Baydemîr eşkere kir ku, heta niha wan bi Wezareta Derva ya Amerîkayê re hevdîtin kiriye û dê bi endamên Kongersê re jî hevdîtinan bikin, piştî 2 rojan jî dê li NewYork ê bi berpirsên Netewên Yekbûyî re hevdîtinan bikin. 

Baydemîr amaje kir ku, Tirkiyê endamê NATO, YN û berendamê YEyê ye, divê hevparên Tirkiyê jê re bibêjin ku, divê mafê mirovan têk nebe.

Baydemîr diyar kir, yek ji sedemên ku Tirkiyê vê zorê dike, ew e ku li Rojavayê Kurdistanê Kurd berve çareseriyê diçe, lewre Tirkiyê ev şer dest pê kir.

Baydemîr got: “Heger dengên partiyên Kurdistanî di berjewendiyên gelê xwe de yek deng be, dê dengê Washingtonê jî li aliyê Kurd be.”

Baydemîr diyar kir, ji piştî 7ê Hezîrana 2015an ve, PKKê û HDPê heger çi kiriba, dê Hikûmeta Tirkiyê ev şerê dest pê kiriba, ji ber ku xwest bi şer encamên hilbijartina 7 Hezêranê têk bibe û “têk jî bir.”

Baydemîr daxwaz ji Tirkiye û PKKê kir ku, divê herdu alî dest ji şer berdin û agirbestê rabigihînin û her du alî vegerin masa goftûgoyan.