Mislim: “Piştî berxwedana Kobanê Kurd bi awayekî nû derketiye hole”

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragehand ku, rewşa Kurdan tiştekî nû bû, heta niha gelek alî hene nizanin ku çawa danûstandinî ligel Kurd bikin.
kurdistan24.net

K24 – Cenêv

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragehand ku, rewşa Kurdan tiştekî nû bû, heta niha gelek alî hene nizanin ku çawa danûstandinî ligel Kurd bikin.

Hevserokê PYDê Salih Mislim di hevdîtinekê ligel K24ê re, tê de ragehand ku, heta niha gelek alî hene nizanin ku çawa danûstandinî ligel Kurd bikin, piştî berxwedana Kobanê Kurd bi awayekî nû derketiye holê, hîn nas nakin.

Derbarê beşdarnebûna Mislim di danûstandinên Cenêv3 de, got: “Em dixwazin ku vê xwîna rojane tê rijandin were rawestandin, bi dûrxistina pêkhatiyên sereke wek Kurd, Xiristiyan û Hêza Sûriyeya Demokrat û  ji danûstandinên siyasî yên navdewletî, çareserî encam nade.

Herwiha Mislim got jî: “Armanca me niha rawestandina şer li Sûriyê ye, gelê Sûriyê jî qebûl nake ku Esed bimîne, dê di pêşerojê de di desthilatê nemîne, lê divê gelê Sûriyê biryarê bide. Yên pêşde merca çûna Esed ji desthilatê dike, ew naxwaze çareserî li Sûriyê çê bibe.”

Mislim derbarê birêvebirina TEV-DEM û PYD ji desthilatê re li Rojavayê Kurdistanê, got jî: “Niha li Rojavayê Kurdistanê sîstemek heye, ew jî gel xwebixwe birêve dibe, yasayê û destûra xwe heye. Asayiş ne ya PYDê ye, YPG ne ya PYDê ye. Di Rêveberiya Xweser de hemû pêkhateyên Sûriyê hene, yên dixwazin beşdariyê bikin, cihê xwe dê hebe. Lê ew rêzê li Rêveberiya Xweser û saziyên wê nagirin.”

Di mijara rêkeftinên di navbera ENKS û TEV-DEMê de yên li Herêma Kurdistanê biserperştiya Serokê Herêma Kurdistanê birêve çûbû, Mislim got: “Hin alî hene, dixwazin tim van rêkeftinan hilweşînin. Ne ji bo Kurd dixebitin. Ew li gor berjewendiyên xwe dixebitin û biryarên xwe ji derin din distînin.”