Goman Hisên: Çareserkirina Sûriyê ne di destê opozîsyonê de ye

Wek tê zanîn ku gera yekemîn a kongreya Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê bê encam bi dawî bû, tê çaverêkirin ku gera duyem jî di 25ê vê mehê de dest pê bike.
kurdistan24.net

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) di Itîlafa Niştimaniya Sûriyê de Goman Hisên ragehand ku, biryara çareserkirina krîza Sûriyê, ne di dest opozîsyon û gelê Sûriyê de ye, lê di destê aliyên navdewletî de ye.

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) di Itîlafa Niştimaniya Sûriyê de goman Hisên, derbarê krîza Sûriyê û çareserkirina wê û kongreya Cenêv3 ji K24ê re got: “Çareserkirina krîza Sûriyê, ne di destê opozîsyona Sûriyê de ye, herwiha ne di destê gelê wî welatî de ye, yê ku rojane bi hezaran qurbaniyan dide.”

Hisên da zanîn ku çareserkirina krîza Sûriyê, dê li gor berjewendiyên navdewletî were çareserkirin.

Derbarê piştgiriya aliyên Navdewletî bo Kurdan, Hisên eşkere kir ku, eger aliyên Navdewletî piştgiriya Kurdan dikin ji ber ku Kurd şerê DAIŞê dikin, bila bizanin Kurd ne tenê şerê DAIŞê dikin, Kurd şerê rejîma Sûriyê jî dikin.

Wek tê zanîn ku gera yekemîn a kongreya Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê bê encam bi dawî bû, tê çaverêkirin ku gera duyem jî di 25ê vê mehê de dest pê bike.