Mesrûr Barzanî: “Divê rêz li mafê serxwebûna gelê me were girtin”

Rawêjkarê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragehand, ew çaverêyî civaka navdewletî dikin, ku rêzê li mafê biryardana serbixwebûna gelê Kurdistanê bikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9ff7df76-fbc8-47bb-a001-eb580c739a43/26.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Rawêjkarê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragehand, ew çaverêyî civaka navdewletî dikin, ku rêzê li mafê biryardana serbixwebûna gelê Kurdistanê bikin.

Rawêjkarê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtinekê de ligel “Associated Press” tekezî li ser wê yekê kir, ku hevkariya leşkerî û darayî bo Pêşmerge li ser milê civaka navdewletî ye, divê bi berpirsyatî jî bi vî erkî rabe.

Barzanî derbarê pirsa sebixwebûna Herêma Kurdistanê de got: “Tevî ku Kurd heya niha serbixwebûna xwe ranegehandiye, lê ew mafê wê yê rewa ye, wek tevahiya hevşanên xwe yên cîhanê, dê wê mafê bikar bîne.”

Barzanî, tekezî li wê yekê jî kir, tevî ku, pênedana mûçeyên Pêşmergeyên, lê Pêşmerge di çeperên pêşîn yên şerê DAIŞê de berdewam in. herwiha Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ku civaka navdewletî bi berpirsyatî hevkariya leşkerî û darayî bo hêza Pêşmerge bike.