"Pêwîstiya Amerîkayê bi YPGê heye lewma piştevaniya wê dike"

Di dema dawiyê de, Amerîkayê piştgiriya xwe ji Yekîneyên Parastina Gel(YPG) re ragehandibû, li gor ku dibêje, roleke YPGê ya mezin di şerê li dijî DAIŞê de heye, ev daxuyanî jî bûne cihê nîgeraniya Tirkiyê.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Siyasetmevanekî Kurd ragehand ku, pêwîstiya Amerîkayê bi Yekîneyên Parastina Gel(YPG) di vê qonaxê de heye, lewma piştgiriya wê dike.

Derbarê daxuyaniyên dawî yê Amerîkayê ku ew piştgiriya YPGê dikin Siyasetvanê Kurd Hisên Dawê ji K24ê re wiha got: "Pêwîstiya Amerîkayê di vê qonaxê de,  bi şirîkekî li ser erdê heye, lewma piştgiriya YPGê dike, lê ne diyar e ku ew piştgirî dê bidome yan na."

Dawê da zanîn ku, li gor daxuyaniyên Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê, plana wan bi YPGê re ji bo şerê li dijî DAIŞê ye, ti pilanên stratejî nînin. Eşkere kir ku Amerîka nikarê bi tena serê xwe şerê DAIŞê bi dawî bîne, ji ber ku gelek destêwerdan û aliyên navdewletî di krîza Sûriyê de hene.