Hesen Silêvanî: Rola nivîskarên pêşî di parastina wêjeye Kurdî de giring bû

Di dawî yê Silêvanî diyar kir ku hêviya wan mezin e, ku ev kirîza Herêma Kurdistanê dê derbas bibe û pêşerojeke geş li hêviya Kurdistanê heye.
kurdistan24.net

K24 - Dihok

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Dihokê Hesen Silêvanî ragehand, rola nivîskarê Kurd di parastina rewşenbîrî û Edebiyata Kurdî teybet ew e, nivîkarên pêşiyê xizmeta wêjeya Kurdî kirin.

Di roja çil û şeş saliya  damezrandina Yekîtiya Nivîkarên Kurd li Dihokê, Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Dihokê Hesen Silêvanî ji K24ê re got: “Bi helkefta derbasbûna çil û şeş saliya damezrandina Yekîtiya Nivîkarên Kurd a Giştî ku sala 1971an li Bexda hate damezrandin.”

Silêvanî da zanîn ku rola rewşenbîr û nivîskarên pêşî di pêşketin û parastina wêjeya Kurdî de gele mezin û pîroz bû û diyar kir ku ew bi wan serfiraz e. Herwiha daxwaza temeneke dirêj ji nivîskarên niha kir.

Derbarê pirojeyên Yekîtiya Nivîskaran, Silêvanî ji K24ê re wiha axifî: “Yek ji pirojeyên girin ew bû, weşana behemên wêjeyî bû, ku Yekîtiya Nivîskarên Kurd karî 301 pirtûk bo endamên xwe ji her çar parçeyên Kurdistanê çap kir, lê niha ji ber vê kirîza darayî ew proje hatiye rawestandin.”

Silêvanî diyar kir, ku pêwendiyên wan ne bi tenê li gel nivîskarên Bakur hebûn, lê belê li gel nivîskarên hemû dervên Kurdistanê jî hebû, taybet ew festîvalên Kurdî yên ku dihatin lidar xistin û tê de gelek nivîskar beşdar dibûn ku Yekîtiya Nivîskara bibû mala mezin ya nivîskarên Kurd, herwiha gelek şandên piyanî jî wan vexwendibûn.

Herwiha Silêvanî got: “Îro du bizavên rewşenbîrî hene , yek ji wan li ser pirtûka mamostayê me Emînê Osman ku li ser koçberiya sala 1991ê ye, nivîskar Ismaîl Badî dê li ser danûstandinê bike, simînara duyem jî Dr. Salimê Casim ew jî li ser babetekî mêjoyî ye.”

Di dawî yê Silêvanî diyar kir ku hêviya wan mezin e, ku ev kirîza Herêma Kurdistanê dê derbas bibe û pêşerojeke geş li hêviya Kurdistanê heye.