Erebên Mûsilê koçberî Rojavayê Kurdistanê dibin

Erebên Mûsilê yên ku hejmara wan pêtirî 400 koçberî ne, wan yek hezar kîlometir di navbera Iraq û Sûriyê de birîne, heta ku gehştine Kampa Mebroka ya girêdayî bajarê Serê Kaniyê.
kurdistan24.net

K24 - Serê Kaniyê

Hejmareke nû ji welatiyên bajarê Mûsilê koçberî gundên Serê kaniyê bûn. Li devera mebrûka ji bilî jin û zarokan bi dehan kesên nexweş di nav koçberan de hene. Li gor çîrokên penaberan, wan ji ber nebûna pêdiviyên jiyanê yên sereke û belavbûna nexweşiyan mal, samanên xwe bicî hiştine .

Welatiyeke Ereb bi navê bavê Sûhêl ji K24ê re got: “Ji ber ku rewşa gelekî xirab, em ji Mûsilê derketin, malbatên me ji nêza re mirin, gelek tiştên xirab li ser malbatan dihat sepandin, ji ber vê yekê me berê xwe da ewlehiya ku li Rojavayê Kurdistanê heye.”
Kesên koçber tekez dikin ku,  jiyan li deverên di bin desthilata DAIŞê de nemaye, lewma dibe ku pêla koçberiyê ber bi zêdebûnê ve biçe,
heta niha tirsa çekdarên DAIŞê di dilê koçberan de heye, ji ber ku piraniya wan zordarî û stemkarî bi çavên xwe dîtine.

Koçberekî din bi navê bavê Ednan rewşa wan ya xirab wiha ji K24ê re axifî: “DAIŞê xelik tanîn qada bajêr, nişteciyên bajarê Mûsilê kom dikirin, bi bihenayê ku ew gawer in serê xelkê dibrîn.”
Erebên Mûsilê yên ku hejmara wan pêtirî 400 koçberî ne, wan yek hezar kîlometir di navbera Iraq û Sûriyê de birîne, heta ku  gehştine Kampa Mebroka ya girêdayî bajarê Serê Kaniyê. rêya koçberiya  wan bi dawî nehatiye, ji ber ku divê berê xwe bidin bajarê Dêrikê û li Kampa Newroz bicih bibin.