Li Tirkiyê her diçe goştê sor bihatir dibe

Ji ber şer û pevçûnên li bajarên Bakurê Kurdistanê û qeyrana aborî ya di navbera Tirkiyê û dewletên derve de her tişt her diçe bihatir dibe.

K24 - Enqere

Ji ber şer û pevçûnên li bajarên Bakurê Kurdistanê û qeyrana aborî ya di navbera Tirkiyê û dewletên derve de her tişt her diçe bihatir dibe. Herî dawî ji ber kêmbûna ajeldariyê goştê sor jî biha bû û gel êdî nikare bi asanî goştê sor bikire û bixwe.

Ji ber bihabûna goştê sor rayedarên Komelaya Berxweran nerazîbunên xwe anîn ziman û amaje bi wê yekê kirin ku polîtikayên dewletê yên li ser ajaldariyê xelet in û dewlet alikariya wan nake.

Serokê Komeleya Mafê Berxweran Turhan Çakir da zanîn ku heta li gundan alîkariya ajeldaran neyê kirin pirsgirêka goştê sor çareser nabe û got: “Berî niha jî hinardekirina goştê sor hebû, lê belê kêşe çareser nebû. Ev yek ji bo Tirkiyê rewşeke gelekî xirab e. Eger li Tirkiyê ji bo erzankirina goştê sor ajel ango goşt bê hinardekirin kirin, divê bê zanîn ku polîtikayên dewletê yên li ser ajeldariyê têkçûne.”

Welatiyan li ser bihabûna goşt gilî û gazinên xwe anîn ziman û diyar kirin ku êdî nikarin goşt bibin mala xwe. Li ser mijarê welatiyek wiha axifî: “Eger bêhtir dewlet alikariya cotkarê cihnişîn bike dê bihabûna goşt erzantir bibe. Li gorî min dewlet gava ku hemû polîtikayên xwe li ser alikariya ajeldaran bide avakirin dê her tişt çareser bibe.”

Goştfiroş jî ji ber bihabûna goştê sor dilteng û nerazî ne. Goştfiroşan bal kişande ser rewşa wan ya xirab û xeteraya li ber têkçûnê. Goştfiroşek wiha dibêje: “Cotkarên me bixwe tune ne. Ev goşt jî bi destê dewlemendan dikeve nava bazaran û gelek biha tê firotin. Niha hemû bazar di bin destê dewlemendan de ye. Loma niha nikarim debara xwe bikim. Herwiha ji bo kirîna goştê sor jî kes nayê dikanê.”

Niha hêvî û daxwaza welatî û goştfiroşan ew e ku goştê sor ne bahatir lê arzantir bibe. Derbarê vê yekê de Wezirê Karê Xurek, Çandinî û Ajeldariyê Faruk Çelîk diyar kir ku, li ser bihabûna goştê sor di navbera 5 û 6 lirayê Tirkiyê de arzaniyek pêk hatiye. Ev erzanî jî wê di demeke kin de bi awayekî fermî bê ragihandin.