Li Enqereya paytexta Tirkiyê “Sûriyeke Biçûk” ava bû!

Li navçeya Mamaka Enqereyê taxa Şafaqtepeyê Tirkmen û Erebên ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê direvin ji xwe re welatekî biçûk ava kirine. Ev navçe û tax bûye rawestgeha wan penaberan.

K24 - Enqere

Ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyê û Iraqê ku berdewam e gelek welatiyên Tirkmen û Ereb berê xwe didin Tirkiyê. Penaberên ku mal û milkê xwe li welatên xwe dihêlin li paytexta Tirkiyê Enqerê jiyaneke nû ava dikin.

Li navçeya Mamaka Enqereyê taxa Şafaqtepeyê Tirkmen û Erebên ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê direvin ji xwe re welatekî biçûk ava kirine. Ev navçe û tax bûye rawestgeha wan penaberan.

Berî êrişên DAÎŞê penaberên ku li welatên xwe nivîskar û helbestvan bûn di nava jiyaneke zor xedar de cih digirin û ji bo ku bikaribin debara xwe bikin zehmetiyên zor dijwar dikişînin. Li gorî van penaberên ku em ligel wan axivîn ku di nava kar û barên cor bi cor de cih digirin ji ber bê derfêtî û neçariyê hatine Enqerê û li vir bi cih bûne.

Penaberekî Tirkmen wiha dibêje: “Niha 5 hezar malbat ango 60 hezar penaber hatine Enqerê. Xwedê ji hikûmeta Tirkiyê razî be. Hemû welatiyên me yên ku ji ber zilma DAIŞê reviyan li van deran dikarin jiyana xwe berdewam bikin.”

Bazirganên ku bi salane li vê taxê dijîn, ji ber hatina penaberan nerazîne û naxwazin ku penaber di nav taxa wan de bi cih bibin. Bazirganek jî nerînên xwe wiha tîne ziman: “Welleh wek bazirganekî ez hatina wan xweş pêşwazî nakim. Ji ber ku tu caran fêdeya wan negihîştiye me. Niha van penaberan li vê taxê ji xwe re dikan û kargeh vekirine. Ji ber wan em bi pirsgirêkê aborî re rû bi rû dimînin.”

Xanîfiroşên li taxê jî bi cih bûna penaberan bi awayekî erênî dinirxînin û diyar dikin ku, bi hatina penaberan ji liyê aborî ve pêşveçûnên erênî pêk hatine loma wan gelek xaniyên vala bo penaberan dane kire: “Mirovên ku nû tên taxê divê em pêdiviyên wan peyda bikin. Herçiqas hatina wan ji aliyê aborî ve fêdeyek dabe me jî, li aliyê din jî rê li ber zêdebûna bihayê firotin û kiriya xaniyan vekir.”

Ligel hemû rûdanan jî hejmara penaberên ku tên Tirkiyê û li Enqerê bicih dibin her roja diçe zêdetir dibe. Ji ber zêdebûna hejmara penaberan, rayedarên dewleta Tirkiyê mecbûr man û ji bo karkirina penaberan asantir bibe rêznameyek amade kirin û weşandin.