Mezintirîn alaya Kurdistanê li Almanya tê hildan

Biryare îro, bi amadebûna 19e welatan, kongreya Munichê li Almanya derbarê kirîza Sûriyê bi rêve biçe
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S) ragehan ku, weke piştgirî ji pirsa Kurd li Sûriyê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) alayeke Kurdistanê bi dirêjahiya 200 metreyan li pêşiya civênên kongreya Munich li Almanya dê were rakirin.

Derbarê kongreya Munich a ku biryare îro, birêve biçe Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S) Ebdilbasd Hemo ji K24ê re wiha got: "Niha em amadekariyên xwe dikin, daku li pêşiya civînên kongreya Munichê alaya Kurdistanê were rakirin weke piştgiriyekê ji pirsa Kurd li Sûriyê."

Herwiha Derbarê hawlên çareserkirina kirîza Sûriyê ji aliyê Civaka Navdewletî ve, Hemo da zanîn ku, ew kongr amadekariye ji civînên kongreya Cenêv3 re, herwiha biryare li kongreya Munichê nexşerêya paşeroja Sûriyê were dayîn, lê eger bobbaran kirina bajaran taybet li bombebarana li bajarê Helebê ji aliyê rejîmê ve neyê rawestandin, opozîsyona beşdariyê di gera duyemîn ya kongreya Cenêv3 de nake.

Biryare îro, bi amadebûna 19e welatan,  kongreya Munichê li Almanya derbarê kirîza Sûriyê bi rêve biçe.