"Tirkiyê naxwaze ezmûna Başurê Kurdistanê li Rojava dubare bibe"

Berî niha Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehandibûn ku, YPGê ne rêxistineke terorî ye û roleke wê di şerê li dijî DAIŞê de heye, ev yeke bûbû cihê nîgeraniya Tirkiyê ku ew PYDê weke baskek ji PKKê dibîne û di nerîna Tirkiyê de jî PKK rêxistineke terorî ye.
kurdistan24.net

K24-Qamişlo

Endamê Desteya Cîbcîkar a Civata Tegera Demokratîk(TEV-DEM) ragehan ku, tirkiyê her dem li dijî pirsa Kurdan derdikeve, lewma naxwaze ezmûna Beşurê Kurdistanê li rojava dubare bibe.

Derbarê daxuyaniyên Amerîkayê û piştgiriya wê ji Kurdên Rojavayê Kurdistanêre re, herwiha  nîgeraniya Tirkiyê ji wan daxuyaniyan re,  Endamê Desteya Cîbcîkar ya Civata Tegera Demokratîk(TEV-DEM) Welîd Çolî ji K24ê re wiha got: "Tirkiyê ji mêjde li dijî pirsa Kurd e, ew ne tenê li dijî PYDê ye, ew dij' pirsa Kurdan bi giştî ye, lê Tirkiyê naxwaze ezmûna Başurê Kurdistanê weke Herîmeke Kurdî li Rojava dubare bibe."

Çolî da zanîn ku, pêwendiyên Rêvebriya Xwese bi hemû aliyên Navdewletî re hene. Aşkere kir ku dibe ku pêwendiyên wan bi Rûsyayê re jî hebin.