Cebheya Şoreşgerên Reqayê tevlî ESD bû

Cebheya Şoreşgerên Reqayê, yek ji hêzên herî bibandore li wî bajarî, yên ku şerê DAIŞê dikin.
kurdistan24.net

K24-Qamişlo

 Piştî civîna wan ya giştî, Cebheya Şoreşgerên bajarê Reqayê tevlîbûna xwe di nav Encûmena Sûriyê ya Demokratî(ESD)de ragehand.

Derbarê tevlîbûna Cebheya Şoreşgerên bajarê Reqayê di nav(ESD) de, Berpirsê Ofîsa Siyasî ya Cebheya Navborî Mehmûd El-Hadî di kongreyeke rojnamevanî de, li gel Hevseroka(ESD) Îlham Ehmed,tevlîbûna xwe di nav ESD de,Ragehand û got: "Em dibînin ku Encûmena Sûriyê ya Demokratîk nûneratiya me dike."

Ji aliyê xwe de Hevseroka Encûmena Sûriyê ya Demokratîk(ESD) Îlham Ehmed wiha got: "Encûmen nûneratiya beşeke mezin ji miletê Sûriyê re dike, diyar kirk u dûrxistina wan ji kongreya Cenêv3 sedema têkçûna wê kongreyê bû."

Cebheya Şoreşgerên Reqayê, yek ji hêzên herî bibandore li wî bajarî, yên ku şerê DAIŞê dikin.