Arêz Ebdûlla: Parêzgarê Kerkûkê xwe ji bersiva çawanîya dahata petrolê dûr dixe.

Bi rêya komîteyeka Civata Nwênerên Îraqê dûvçûn li ser petrola Kerkûkê dikin. Ev komîte li gel parêzgarê Kerkûkê û serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê kom bûn daku ji nêzîk ve haydarê şandina prtrolê bin ku demke xelkên evî bajêrê li ser nezelalîya piroseya şandnina petrolê diaxivin.
kurdistan24.net

K24- Kerkûk:

Xelkê Kerkûkê ji berpirsên bajêr ê xwe daxwaz dikin,ku wan hilwêstên zelal hebin û dahat a petrola bajêrê xuya bikin.

Hilweşandina rêkkevtina di navbera Hewlêrê û Bexdayê li ser şandina petrola Kerkûkê bandora xwe ya rasterast  dê hebe li ser jîyana hevnîştîmanîyan, çunku heya niha zêdetir ji 6 mehane ew karmendên li ser dahata petrodollar hatin damezrandin, mûçeyên xwe newergirtine û hijmara wan karmendan jî digehe 6 hezar kesan.

Rêbwar Teha endamê Civata Nwênerên Îraqê dibêje: Komîte ya Petrol û Vejenê di perlemana Îraqê de, bi armanca gêngeşekirinê li ser petrola Kerkûkê  û çawanî û çendahîya şandina petrolê, serdan parêzgarê Kerkûkê û serokê Civata Perêzgeha Kerkûkê kirin û ew dibîjin: Datayên hinrtina petrol a Herêma Kurdistanê û Kerkûê dê bigeh me.

Arêz Ebdûlla serokê Komîteya Pertol û Vejenê di Civata Nwênerên Îraqê de got: Niha piranîya dezgehên ragehandinê û berpirs foks xistine ser petrola Kerkûkê û dahata wê.  Belê ewê heya niha axivtin nekirye li ser çawanîya rêkkevtin û şandina petrola evî bajêrî; parêzgarê Kerkûkêye û ew di kongireyên rojnamevanî jî de xwe ji bersiva pirsyarên taybet bi petrol û gaze dûr dixe.