Nexweşxaneya “Newroz” bêberamber alîkariya penaberan dike

Nexweşxaneya Newroz ku ji aliyê du bizîşkên Başûrê Kurdistanê ve hatiye avakirin, ji ber krîza niha ku Başûrê Kurdistanê tê re derbas dibe, rojek taybet ji hefteyê ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê terxan kirine, ku penaber bê beramber were rewşa xwe ya tendurstî li vê nexweşxaneyê bişopîne. Herwiha di rojên din de jî, ji sedî 50î daşikadin ji her penaberekî re heye.
author_image Zerdeşt Hemê
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0e3f2fff-735e-4e35-9d7c-c48ba87bf8d6/nexweshxaneya%20Newroz.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Nexweşxaneya Newroz ku ji aliyê du bizîşkên Başûrê Kurdistanê ve hatiye avakirin, ji ber krîza niha ku Başûrê Kurdistanê tê re derbas dibe, rojek taybet ji hefteyê ji bo  penaberên Rojavayê Kurdistanê terxan kirine, ku penaber bê beramber were rewşa xwe ya tendurstî li vê nexweşxaneyê bişopîne. Herwiha di rojên din de jî, ji sedî 50î daşikadin ji her penaberekî re heye.

Temenê vê nexweşxaneyê nêzî salekê ye ku dikeve li ser riya Behrikê nêzî nahiya Enkawa ya parêzgeha Hewlêrê ye.  

Rêveberê Newxweşxaneya Newroz Dr. Letîf Barzanî ji K24ê re got: “Ev alîkarî ne demkî ye, heya ev krîz heye dê ew jî wekû erkekê  bi alîkariya bizjişkên Rojava û Başûrê Kurdistanê yên xwebexş ji bo tenduristiya penaberna  bê beramber  pabend bin.”

Dema ku welatiyek yan penaberek rewşa xwe ya tenduristî li cem bizîşkekî bişopîne bi kêmanî divê 30î hezar dînarên Iraqî yan 20 dolaran bide lê dema ku nexweşxaneyên bi vî rengî dibin alîkar barekî mezin li ser pişta penaberan radikin.