Karwanek ji Artêşa Iraqê gihişte Mexmûrê

Di çarçoveya amadekirina bo rizgarkirina Mûsilê, îşev yekem karwana ji Artêşa Iraqê gihişte navçeya Mexmûr ya ku niha ser bi Parêzgeha Hewlêrê ve ye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c46f9dd2-5c2c-4ed2-8473-dab46d47aa6f/geshtni%20sopy%20iraq%20bo%20mxmur.ism/manifest

K24 – Mexmûr

Di çarçoveya amadekirina bo rizgarkirina Mûsilê, îşev yekem karwana ji Artêşa Iraqê gihişte navçeya Mexmûr ya ku niha ser bi Parêzgeha Hewlêrê ve ye.

Li gor peyamnêrê K24ê li Mexmorê ragehandiye, ku di çarçova operesyona rizgarkirina Mûsilê de, hêzek ji Artêşa Iraqê ku ji 750 leşker, 150 efser tev bi çek û cebilxane pêk tê, ji Bexdayê gihişte navçeya Mexmorê.

Her di wê çarçovê de, biryar e jî, ku 4 hezar leşker ji Artêşa Iraqê bigehin Maxmûrê, bo beşdarbûna di rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞê.

Parêzgarê Mûsilê yê berê û Fermandeyê “Heşda Wetenî ya Sunî” li Iraqê Esîl Niucêfî, berî 3 rojan ragehandibû ku, destpêkirina şerê rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞê, 10 Adara bê derbas nake, ku Artêşa Iraqê, Heşda Wetenî, hêza Pêşmerge, bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî beşdarî şerê rizgarkirina Mûsilê dikin.