ESD: Ti pêwîstî ji destêwerdana Siudiyê ji Sûriyê re tune ye

Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) derbarê ragehandina Erebistana Siudiyê ku operesyonên bejayî li Sûriyê re dibêje, ku ti pêwîstî bo destêwerdana Siudiyê ji xaka Sûriyê re tune ye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e12a39f4-ae90-4410-a2f0-c6a3ad6c41b9/destwerdan-qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) derbarê ragehandina Erebistana Siudiyê ku operesyonên bejayî li Sûriyê re dibêje, ku ti pêwîstî bo destêwerdana Siudiyê ji xaka Sûriyê re tune ye.

Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) dibêje, ku ti pêwîstî bo destêwerdana Siudiyê ji xaka Sûriyê re tune ye.

Hevseroka ESD Îlham Ehmed derbarê vê destêwerdanê ji K24ê re got: “Hêza Sûriyeya Demokratîk li vir heye, ew dikarin gelê Sûriyê û berjewendiyên wê biparêze, dikare Sûriyeyeke Demokratîk jî ava bike, hatina hêzeke din di bin sîwana xelasiya Sûriyê de, ti pêwîstiya wê nine.”

Ji aliyê xwe ve, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibîne ku, çareserkirina krîza Sûriyê ne di riya leşkerî ye.

Serkirdeyê ENKSê Nimet dawûd ji K24ê re got: “Hebûna gelek hêzên leşkerî li ser xaka Sûriyê, êş û kêşeyên gelê Sûriyê dê zêde bike, ti carî krîza Sûriyê bi awayekî leşkerî nayê çareserkirin.”

Eerbistana Siudiyê ragihandibûn ku, ew amade ne, di çarçoveya Heveymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê de, hêzên leşkerî yên bijayî bişînin Sûriyê, bo şerê DAIŞê bikin. Amerîkayê jî pêşwazî li biryara Siudiyê kir.