“Piştî mirinê çi qîmeta nûkirina xanî û bajaran heye?"

Plana Masterê ya ku ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ve hatibû xwendin ji bo safîkirina pirsa Kurd dê bibe çare yan na?

K24 - Stenbol

Plana Masterê ya ku ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ve hatibû xwendin ji bo safîkirina pirsa Kurd dê bibe çare yan na? Di salên 1990î de jî gelek planên wiha bo Kurdan hatibûn pêşkêşkirin. Lê xebatên wiha bo safîkirina kêşeyê Kurd neçû serî. Rojnamevan û siyasetmedaran derbarê planên berê û ya îro de ji Kurdistan24ê re axifîn.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, li Mêrdînê xalên "plana çalakiyê ya têkoşîna li dijî terorê" bi navekî din plana masterê çend roj berê ragihand. Di vê plana dawî de tedbîrên aborî, civakî û ewlekarî cih digirin.

Parlamenterê berê yê AK Partiyê Abdurrahman Kurt derbarê plana dawî de got ku ev plan bo welatiyek wekhev pêşxebatek e: “Di carekê de şoreş nabe. Ev plan wek berdewamiyek e. Pêşî şer biqede, paşê ev plan cîbicî bibe. Ev nêrîn ne rast e. Ji bo mafên demokratîk divê li benda bidawîbûna şer nebin.”

Ev xebat ne cara yekem e ku tê ragihandin. Yekem plan, di sala 1992an de dema hikûmeta ku Suleyman Demîrel serokwezîr bû wek "Pakêta Başûrê Rojhilat" ji raya giştî re hat pêşkêşkirin. Xebatên veberhênanê û safîkirina pirsa betaliyê di wê planê de wek çare hatibû nivîsin.

Rojnamevan Alî Bayramoglu diyar kir ku ew bawer nake bi vê plana dawî pirsa Kurd were çareserkirin: “Ev plan ne plana çareseriyê ye, polîtîkayên ewlekariyê tê de pir in. Hikûmet, berê meseleya Kurd û PKK wek hev didît. Lê di vê planê de tê dîtin ku niha hikûmet pirsa Kurd û PKK ji hev veqetandiye. Dema ji bo meseleyên siyasî, tedbîrên ewlekariyê zêdetir derkevin pêş çareserî pir zehmet e.”

Piştî Demîrel salek derbas bû, vê carê jî Tansu Çîller ji bo çareseriyê "Modela Baskê" pêşniyar kir. Modela Baskê ku tê de rêvebirineke xweseriyê heye wê çaxê daxuyaniyeke girîng hat dîtin û pir hat axaftin. Lê di heman demê de êrîş bo ser Kurdan hatin kirin û gundên Kurdistanê hatin şewitandin.

Necmettîn Erbakan dema sala 1996an de serokwezîr bû, di civîna wezîran a li bajarê Agirî de pakêteke nû ragihand. Di vê pakête de jî xebatên aborî zêdetir derketin pêş.

Rojnamevan Levent Gultekîn li ser planê wiha got: “Piştî ku mirov mir çi qîmeta nûkirina xanî û bajaran heye? Beriya her tiştî pêwistî bi aştiyê heye. Eger proseya aştiyê pêk bihata wê demê ev plan baştir dibû. Lê siyaseta îro dûrî çareseriyê ye. Hêviya min ji vê planê û ji vî welatî tune ye.”

Di sala 1997an de meha Îlonê Serokwezîrê hikûmeta ANASOL-D Mesut Yilmaz qala naveroka pakêta bihuştê dikir. Yılmaz digot; pakêtên berê bi kêrî tiştekî nehatin, ew ê bi veberhênanên nû û perwerdehiyê herêma Kurdan bikin bihûşt.

Heta îro ji bo safîkirina kêşeyê Kurd gelek plan hatin amadekirin. Di planan de bo ziman û nasnameya Kurdan xebatên mayînde cih negirtin. Gelemperî bi polîtikayên ewlekarî û aborî pirsa Kurd dihat çareserkirin. Lê belê bi vî awayî tu çarê nehat dîtin û kêşeya Kurdan a sedsalî hêj berdewam e.