CHPê banga çareserkirina Pirsa Kurd kir!

CHPê ji bo rawestandina operasyonan û çareseriya Pirsa Kurd bang li Serokê Parlamentoya Tirkiyê Îsmaîl Kahraman kir û xwest li ser vê mijarê komîsyoneke lêgerîn û lêkolînê ava bibe.

K24 – Enqere

CHPê ji bo rawestandina operasyonan û çareseriya Pirsa Kurd bang li Serokê Parlamentoya Tirkiyê Îsmaîl Kahraman kir. Cîgirê Koma CHPê Engîn Altay daxwaz kir ku divê, li ser vê mijarê komîsyoneke lêgerîn û lêkolînê ava bibe û qeydên tomarkirî yên hevdîtinên Oslo, Îmralî û Dolmabexçeyê bêne weşandin.

Altay di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de îdia kir ku hikûmeta Tirkiyê li Sûrî piştevaniya hinek rêxistinên terorê dike. Herwiha helwesta Tirkiyê ya şerxwaz ya li pêşberî Rêveberiya Navendî ya Sûriyê jî wekî sersariyê bi nav kir. Altay di berdewama daxuyaniya xwe de li aliyekî xwest ku, di zûtirîn dem de mirin û operasyon bêne rawestandin û li aliyê din jî ji bo çareseriya Pirsa Kurd ev pêşniyaz ragihandin:

“Beriya her tiştî divê qeydên tomarkirî yên hevdîtinên Oslo, Îmralî û Dolmabexçeyê di komcivîneke ji çapemeniyê re girtî digel endamên Parlamentoya Tirkiyê werin parve kirin. Hemû partiyên siyasî di nav de, divê komîsyoneke ji bo pirsa Kurd bê damezrandin. Herwiha bi pêşniyarên partiyên siyasî, ji derveyî parlamentoyê bila Lijneya Aqilê Hevkar û di bin banê Meclîsa Tirkiyê de jî Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan bê ava kirin.”