CIA: DAIŞ çekê kîmyayî bikar tîne

Rêveberê Sîxoriya Navendî ya Amerîkayê (CIA) dibêje, DAIŞê bêhtirî carekê çekê Kîmayayî li qadên şer bikar aniye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberê Sîxoriya Navendî ya Amerîkayê (CIA) dibêje, DAIŞê bêhtirî carekê çekê Kîmayayî li qadên şer bikar aniye.

Rêveberê CIAyê John Brennan di hevdîtinekê ligel kenala “CBC” ragehand ku, DAIŞê bêhtirî carekê çekê Kîmayayî li qadên şer bikar aniye, dikare jî gaza Klorîn û Xerdel çê bike.

Brennan amaje bi wê yekê kir, ku DAIŞ dikare çekê Kîmayayî veguhêze derveyî Iraqê û Sûriyê.

Di 7 Cotmeha 2015an de, Wezareta Pêşmerge ragehandibû ku, DAIŞê 17 Tebaxa 2015an de çekê kîmyayî li hêza Pêşmerge bikar aniye.

Herwiha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî ragehandibû ku, DAIŞê di meha Hezêranê de çekê kîmyayî li dijî wan bikar aniye. Ev yek jî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan tekez kiribû.

Brennan tekez li wê yekê kir, ku divê hemû rêyên veguhastinê yên qaçax ji DAIŞê re werin birîn.