Rûsya: Destêwerdana bejayî ji Sûriyê re şerekî cîhanî çê dike

Rûsya hişyariyê dide, ku “Şerekî Cîhanî” yê nû çê bibe, heger destêwedaneke bejayî ji Sûriyê re bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya hişyariyê dide, ku “Şerekî Cîhanî” yê nû çê bibe, heger destêwedaneke bejayî ji Sûriyê re bibe.

Serokwezîrê Rûsyayê Dîmitrî Midvîdev di hevdîtinekê ligel rojnameyeya “Handelsblatt” ya Almanî de ragehand ku, êrîşên bejiyayî her car dibin şereke dirêj, lewre divê hemû alî li ser masa danûstandinan lihev bicivînin bo şerekî cîhanî yê nû encam nede.

Midvîdev got: “Divê Amerîka û hevparên me yên Ereb kûr biramin, ew şerekî dirêj dixwazin? Ma di baweriya wan de, ewên bilez biser kevin?”

Siudiyê ragehandibû ku, ew amade ye ku beşdarî operesyonên bejayî li Sûriyê bibe, heger Hevpeymaniya Navdewletî biryara vê yekê bide.

Herwiha Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkayê pêşwazî li pêşniyara Siudiyê kir û got: “Zêdekirina çalakiyên welatên beşdar di hevpeymaniyê de, dê ji Amerîka re alîkar be ku DAIŞ were jinavbirin.

Ji aliyekî din ve, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Minuchenê ragehand ku, Rûsyayê pêşniyarek derbarê agirbestekê li Sûriyê pêşkêş kiriye.