Îran red dike li Munchenê ligel Siudiyê guftûgoyan bike

Wezareta Derve yê Îranê red dike, ku di çarçoveya kongreya Munchenê de goftûgoyan ligel Erebistana Siudiyê bike.

K24 Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve yê Îranê red dike, ku di çarçoveya kongreya Munchenê de goftûgoyan ligel Erebistana Siudiyê bike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Hisên Cabrî Ensarî ji rojnameya “Elwîfaq” ya Îranê re ragehand ku, niyaza welatê wî tune ye, guftûgoyan ligel Siudiyê bike.

Biryar e îro Kongreya Asayîşa Navdewletî li Munchena Elmanyayê dest bi karên xwe bike.

Piştî ku, Erebistana Siudiyê di 2 vê mehê de, 47 kes bi tuhmetên “terorê û têkbirina ewlehiya Siudiyê”  bi dar ve kir, di nav wan de kesayeta Şîe yê navdar Nimir el-Nimir hebû. Pêwendiyên di navbera Îran û Siudiyê aloztir bûn.

52emîn Konferansa Asayişê li Munchenê birêve dere. Di konferansê de, li ser rewşa ewlehiya cîhanê tê gotûbêjkirin. Çendîn serokên welatan, wezîrên derve û yên bergîriyê tê de beşdar in. Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî jî beşdar e.